PeyamaKurd - Serokê “Bereya Gel” Lahûr Şêx Cengî derbarê hewlên cudakirina Silêmaniyê ji Herêma Kurdistanê û durêveberiyê de ji zindanê daxuyanî da.
Li gorî nûçeya K24ê, di hevdîtina dawî de li Çaksaziya Mezinan a Silêmaniyê, Lahûr Şêx Cengî nêrîna xwe li ser rewşa niha ya Herêma Kurdistanê nîşan daye û gotiye ku cudakirina Silêmaniyê û biherêmkirina wê, xizmetê ji gelê Kurdistanê re nake û ew dijayetiya xwe ji bo wan hewlan radigihîne.
Wî jêderî diyar kir ku dê di van rojan de peyameke taybet a Lahûr Şêx Cengî ji bo xelkê Kurdistanê derbarê rewşa siyasî û pirsa cudakirina Silêmaniyê de hebe.
Derbarê helwest û beşdarbûna “Bereya Gel” di kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, jêderê taybet ji Kurdistan24ê re destnîşan kir ku Lahûr Şêx Cengî li gel beşdarbûna partiya xwe di Kabîneya Dehem de ye û serkirdayetiya “Bereya Gel” jî xwedî heman nêrînê ye. Her wiha got ku tê çaverêkirin “Bereya Gel” biçe nava Hikûmeta Herêma Kurdistanê û di Kabîneya Dehem de post jî wergire.
Li ser rewşa tenduristiyê ya Lahûr Şêx Cengî û birayê wî Polad Şêx Cengî jî, wî jêderî got ku tenduristiya wan di zindanê de baş e, rojane ji zindanê ve çavdêriya rewşa Herêma Kurdistanê dikin û di dema borî de ti astengî li ber serdana kesûkar û parêzerên wan bo zindanê nehatine danîn.
Lahûr Şêx Cengî, Hevserokê berê yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), piştî dûrxistina wî ji serkirdayetiya wê partiyê, di sala 2021an de partiya “Bereya Gel” damezrand û di hilbijartinên xula şeşem a Parlamentoya Kurdistanê de, du kursiyên parlamentoyê bi dest xistin.
Berbanga roja 22ê Tebaxa 2025an, hêzên ewlehiyê yên ser bi YNKê ve êrîşî Hotêla Lalezar a li bajarê Silêmaniyê kir ku cihê mana Lahûr Şêx Cengî bû. Di encama şer û pevçûneke çekdarî ya çar saetan de, çend kes ji her du aliyan hatin kuştin û birîndar bûn û Lahûr Şêx Cengî, birayê wî Polad Şêx Cengî û bi dehan alîgirên wan hatin desteserkirin.
Roja 15ê Cotmeha 2026an, Dadgeha Du ya Tawanan a Silêmaniyê li gorî Benda 56 a Yasaya Sizadanê biryara zindanîkirinê ji bo desteserkiriyên bûyera Lalezarê derxist. Di wê biryarê de Lahûr Şêx Cengî bi pênc sal û sê mehan û Polad Şêx Cengî bi sê sal û şeş mehan hatin sizadan, her wiha sizayên cuda li ser heşt kesên din hatin sepandin û du kes jî bêtawan derketin.