PeyamaKurd - Senatoya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) pêşnûmeya desthilatên şer a ku ji aliyê Demokratan ve hatibû pêşkêşkirin û armanc dikir desthilatên leşkerî yên rêveberiya Donald Trump ên li dijî Îranê sînordar bike, bi 48 dengên "erê" li hemberî 51 dengên "na" red kir.
Ev yekem dengdana krîtîk a Senatoyê ye li ser şerê Îranê piştî hilbijartinên navberê yên 3ê Mijdarê.
Di dengdanê de senatorên Komarî Susan Collins, Lisa Murkowski û Rand Paul bi dengekî "erê" ji xeta giştî ya partiya xwe cuda tevdigeriyan, lê Senatorê Demokrat John Fetterman wekî yekane Demokrat dengê "na" da û Senatorê Demokrat Chris Murphy jî beşdarî dengdanê nebû.
Beriya niha di meha Îlonê de heman pêşnûme li Meclisa Nûneran bi 220 dengan li hemberî 204 dengan hatibû pejirandin, lê ji bo ku bibe qanûn diviyabû li her du meclisan bihata qebûlkirin.