Hêzên Îsraîlê derbasî gundewarê Quneytrayê bûn

Hêzên Îsraîlê derbasî gundewarê Quneytrayê bûn

PeyamaKurd - Li gorî agahiyên Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), hêzeke leşkerî ya Îsraîlê ku ji 5 wesayetan pêk dihat, berbanga vê sibehê ji baregeha Til Ehmer El Xerbî ber bi gundê El Esbeh ê li gundewarê Quneytrayê bi rê ketiye.

Heta niha derbarê vê tevgera nû ya leşkerî û armanca wê de agahiyên hûrgilî nehatine bidestxistin.

Ev kiryar û tevgerên leşkerî yên Îsraîlê li ser xaka Sûriyeyê bê navber berdewam dikin. Çavdêriyê duh jî dabû zanîn ku hêzên Îsraîlê derbasî gundewarê Quneytrayê bibûn, li wê derê xaleke kontrolê ya demkî danîbûn û piştî bidawîanîna tevgerên xwe vekişiyabûn ber bi aliyê din ve.