Devera Kesk a Bexdayê piştî 23 salan ji xelkê re vedibe

Devera Kesk a Bexdayê piştî 23 salan ji xelkê re vedibe

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ferman da ku ji îro Duşemê 27ê Nîsana 2026an û saet ji 18:00an pê ve, hemû deriyên Devera Kesk a Bexdayê li ber welatî û otomobîlan werin vekirin.

Ofîsa ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê di daxuyaniyekê de diyar kir ku ev pêngav ji bo hêsankirina çûnûhatina xelkê û vegerandina jiyana asayî hatiye avêtin.

Dawîhatina tedbîrên piştî aloziyên Adarê

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê ji meha Adara borî ve ji ber têkçûna rewşa ewlehiyê deriyên vê herêma stratejîk girtibûn. Ew alozî piştî nûçeya kuştina Rêberê Îranê Elî Xaminêyî di encama êrîşên Amerîka û Îsraîlê de derketibûn û xwepêşanderan hewl dabûn derbasî nava herêmê bibin.

Devera Kesk ku avahiyên Perlamanê, balyozxaneyên biyanî û malên berpirsên pilebilind lê ne, ji sala 2003an vir ve wekî herêmeke taybet tê parastin. Vekirina deriyan di vê demê de wekî nîşaneya aramkirina rewşa siyasî û ewlehî ya li paytextê hate nirxandin.