Stasyona Elokê piştî 7 salan kete xizmetê

Stasyona Elokê piştî 7 salan kete xizmetê

PeyamaKurd - Bi amadebûna şandeke fermî ya Parêzgariya Hesekê û aliyên peywendîdar, piştî 7 salan ji derketina xizmetê, stasyona avê ya Elokê ya li Serêkaniyê îro 22yê Tîrmehê careke din hat vekirin.

Ev gav bi armanca dayîna ava vexwarinê ji bo bajarê Hesekê û gundewarên wê hat avêtin.

Destpêkê bi awayekî test av ji bo bajarê Hesekê hat dayîn û ev hê jî berdewam dike. Piştî temamkirina xebatên çaksazî û sererastkirina xetên avê û amadekirina stasyonê, stasyon îro hat vekirin.

Bi xebitandina stasyona Elokê re û dayîna ava vexwarinê ji bo bajarê Hesekê û Til Temirê, tê çaverêkirin ku pirsgirêka avê ya ku bi salan e heye çareser bibe.