PeyamaKurd - Piştî qutbûna salan a ku bûbû sedema zehmetiyên mezin ji bo welatiyên li Rojavayê Kurdistanê, doh 17ê Tîrmehê bi fermî dest bi pompkirina ceribandinê ya ava Stasyona Elokê ber bi bajarê Hesekê ve hat kirin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyanî da û dîmenên xebatan parve kirin ku tê de diyar dibe sererastkirina xetê bi lez didome.
Di çarçoveya kontrolkirina xeta sereke de, li nêzî gundê Tel Cuma yê ku 3 kîlometreyan dûrî navçeya Tel Temirê ye, hin şikestinên biçûk hatin dîtin ku tîmên teknîkî dest bi çareserkirina wan kirin ji bo herikîna avê bi awayekî serkeftî bi rê ve biçe.
Tîmên teknîkî û endezyar niha li ser sererastkirina van ziraran dixebitin da ku av bi awayekî tendurist û bê pirsgirêk bigihîje malên welatiyan. Li gorî pêşveçûna xebatên li ser qadê, tê çaverêkirin ku ava stasyonê îro Şemiyê, bigihîje navenda bajarê Hesekê û dawî li vê qeyrana were anîn.