Iraq piştî 50 salan dest bi veguhestina deryayî dike

Iraq piştî 50 salan dest bi veguhestina deryayî dike

PeyamaKurd - Wezareta Veguhastinê ya Iraqê ragihand ku hêla deryayî ya welat piştî rawestîneke ku zêdetirî nîv sedsalê domiyabû, amadekariyan dike da ku careke din geştên bazirganî li devera Kendavê dest pê bike.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, bi biryara Wezîrê Veguhastinê Wehb Hesenî, geşta yekem a vê hêla nîştimanî di 15ê vê mehê de ji Bendera Cebel Eliyê ya li Îmaratê ber bi Bendera Um Qesrê ya Iraqê ve dest pê bike.

Sektora veguhestina deryayî ya Iraqê ku di nîva sedsala borî de xwediyê gelek keştiyên çalak bû, ji ber şerên salên 1980î û dorpêçên aborî yên salên 1990î zirareke mezin dîtibû û bi temamî ji kar ketibû.

Niha bi vê pêngavê re armanc ew e ku tevgera veguhestina kelûpelan a bi rêya benderên Iraqê bê xurtkirin û ji bo bazirganiya herêmê vebijarkeke nû were afirandin.