Piştî 15 salan seferên Berlîn û Şamê dest pê kirin

Piştî 15 salan seferên Berlîn û Şamê dest pê kirin

PeyamaKurd - Geştên asmanî yên bi rêkûpêk yên di navbera Almanya û Sûriyeyê de piştî rawestana nêzîkî 15 salan ji nû ve dest pê kirin.

Wekî yekemîn encama berçav a peymana hewavaniya sivîl ku di 16ê Tîrmehê de di navbera her du welatan de hatibû îmzekirin, balafira yekem a kompanyaya "LEAV Aviation"ê ji bajarê Düsseldorfê yê Almanyayê rabû û li Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê danî.

Ev pêngava hewavaniyê wekî destpêka proseyeke nû ya asayîbûna pêwendiyên dîplomatîk û geşepêdana xetên çûnûhatinê yên di navbera Berlîn û Şamê de tê nirxandin.

Nûnerê Balyozxaneya Almanyayê ya li Şamê Markus Hicken ragihand ku ev geşt encameke girîng a peymana hewavaniyê ye û diyardeya hevkariyeke kûr e.

Hicken diyar kir ku di pêngava paşîn de plan tê kirin ku geştên asmanî bo bajarê Helebê jî dest pê bikin.