Piştî êrîşê Lijneya Lêkolînê li Kormorê dest bi kar kir

Piştî êrîşê Lijneya Lêkolînê li Kormorê dest bi kar kir

PeyamaKurd - Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Sebah Numan ragihand ku ew lijneya ewlehiyê ya ku ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî ve hatibû pêkanîn, îro duşemê 9ê Mijdara 2026an, bi fermî dest bi karên xwe kir da ku li ser êrîşa Zeviya Kormorê ya Gazê lêkolînê bike.

Sebah Numan da xuyakirin ku lijneya ewlehiyê bi hevahengiyeke nêzîk ligel berpirsên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê bi hûrgilî lêkolînê li ser vê bûyerê dike û encamên wê dê di demeke nêzîk de radestî aliyên peywendîdar bên kirin.

Ev gav di demekê de tê avêtin ku piştî êrîşa dronî ya li ser zeviyê, proseya berhemanîna gazê bi temamî hatiye rawestandin û li seranserê herêmê bandoreke mezin li ser dabînkirina elektrîkê kiriye.