Piştî êrîşa Kormorê xebatên asayîkirina rewşa elektrîkê didomin

Piştî êrîşa Kormorê xebatên asayîkirina rewşa elektrîkê didomin

PeyamaKurd - Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û Wezareta Elektrîkê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke hevpar de eşkere kirin ku di saet 11ê şevê de di encama karekî terorîstî de êrîşî ser Zeviya Kormorê ya Gazê hat kirin.

Her du wezaretan tekez kirin ku ew hemû hewldanên xwe didomînin daku bandora nerênî ya vê êrîşê li ser demên dana elektrîkê kêm bibe û di zûtirîn dem de rewşasayî bibe.

Hat diyarkirin ku ji ber êrîşê proseya berhemanîna gazê bi temamî hatiye rawestandin, lê ti zirarên canî negihane karker û zêrevanan.