Şeybanî: Me piştî êrîşa 18ê Tebaxê têkiliyên bi Îsraîlê re qut kir

Şeybanî: Me piştî êrîşa 18ê Tebaxê têkiliyên bi Îsraîlê re qut kir

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esad Şeybanî ragihand ku piştî ku Îsraîlê di 18ê Tebaxê de êrîşî firokxaneyeke leşkerî ya di nav axa Sûriyeyê de kir, hemû pêwendiyên di navbera wan û Îsraîlê de hatin qutkirin.

Şeybanî ji ajansa Reutersê re diyar kir ku di vê rewşê de ti baweriya Sûriyê bi Îsraîlê re nîne û destnîşan kir ku xala yekem û herî girîng ji bo Şamê sekinandina êrîşên leşkerî ye.

Şeybanî bal kişand ser ku Îsraîl hewldanên xwe bi awayekî zordarî pêk tîne lê belê di vê rêyê de serkeftî nebûye.

Tevî qutbûna pêwendiyan Wezîrê Derve anî zimên ku ew hêvî dikin muzakereyên peymana ewlehiyê di demeke nêz de ji nû ve dest pê bikin û banga bikaranîna derfetên dîplomatîk li aliyê Îsraîlê kir.

Hêjayî gotinê ye, di êrîşa 18ê Tebaxê de balafirên şer ên Îsraîlê balafirxaneya leşkerî ya Ebû Zuhûrê ku dikeve rojhilatê Idlibê 8 caran bombardiman kiribûn, bin hinceta ku baregeh ji aliyê Tirkiyê ve tê bihêzkirin.