PDK: Piştî peyama Serok Barzanî di têkiliyên bi YNKê re gaveke nû hat avêtin

PDK: Piştî peyama Serok Barzanî di têkiliyên bi YNKê re gaveke nû hat avêtin

PeyamaKurd - Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Bilind Îsmaîl ji Rûdawê re ragihand ku piştî peyama Serok Mesûd Barzanî ya ji bo partiyên siyasî, di têkiliyên li gel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de deriyekî nû ji bo danûstandinan vebûye û gaveke nû hatiye avêtin.

Îsmaîl diyar kir ku her du aliyan nêrîn, pêşniyar û daxwazên xwe anîne zimên û biryar e polîtburoyên her du partiyan van daxwazan binirxînin û bersiva hevdû bidin; her wiha tekez kir ku pêşîneya wan avakirina hikûmetê û rêgirtina li valahiya birêvebirinê ye.

Derbarê daxwazên YNKyê yên li ser hilweşandina serokatiya parlamentoyê, rewşa sê parlamenterên fraksiyona YNKyê yên beşdarî rûniştinê bûne û mijarên ewlehiyê, Bilind Îsmaîl da zanîn ku aktîvkirina parlamentoyê ji bo parastina qewareya Herêma Kurdistanê û rêgirtina li valahiya yasayî bû.

Wî got ku hilweşandina serokatiya parlamentoyê di vê qonaxê de ne mentiqî ye lê eger parlamenterên YNKyê li gorî lihevkirinê vegerin rûniştinan, hilbijartina ji nû ve ya serokatiyê mumkin e; her wiha anî zimên ku sê parlamenterên YNKyê "erkekî mezin ê neteweyî" bi cih anîne û ev mijar pêwendiya xwe bi PDKyê re nîne.