PeyamaKurd - Lûtkeya Cîhanî ya Ciwanan Kurdistan 2026 îro Sêşemê (24ê Mijdara 2026an) di bin dirûşma "Nexşandina Pêşerojê" de û bi rêxistina Kurdistan Foundationê dest pê dike.
Tê çaverêkirin ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya lûtkeyê de beşdarî paneleke taybet bibe.
Ev korbend zêdetirî 800 ciwan û nûneran ji Herêma Kurdistanê, Iraqê û 47 welatên cîhanê ligel wezîr, berpirsên hikûmetê, sermayedar û rêxistinên navneteweyî li ser yek sekoyê dicivîne.
Li gorî bernameya fermî ya lûtkeyê, ciwan di navenda gotûbêjan de ne û bi xwe panelan birêve dibin, li kêleka wezîran rûdinin û di dariştina pêşniyarên siyasetên rasteqîn de cih digirin.
Rûniştin li dora pênc warên sereke yên li gorî Armancên Geşepêdana Berdewam ên Neteweyên Yekgirtî veguherîna dîjîtal û hişê çêkirî, perwerde û şiyanên pêşerojê, keşûhewa û geşepêdana berdewam, pêşeroja kar û teknolojiyê, û derfetên karê kesk, serkirdayetî û hevkariya navneteweyî tên birêvebirin.
Di nava sê rojan de 6 panelên bi birêvebirina ciwanan, 6 gotarên sereke, 10 maseyên gotûbêjê di navbera ciwan û wezîran de, 12 workşop û îmzekirina 4 yadaştnameyên têgihîştinê li gel hevbeşên navneteweyî tên lidarxistin.