PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro, 25ê Cotmehê di çarçoveya serdana xwe ya bo Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê de, projeya mezin a Golden Global Development vekir û kevirê bingehîn ê projeya Motorplex Iraq li herêmê danî.
Serokwezîr Barzanî di axaftina xwe ya vekirinê de bal kişand ser rola van projeyan di aboriya Herêma Kurdistanê de û diyar kir ku pêşxistina kerta pîşesaziyê armanceke sereke ya Kabîneya Nehem bûye da ku derfetên nû yên kar bo ciwanan bên peydakirin.
Serokwezîr Barzanî tekez kir ku anîna pisporî û ezmûnên welatên din ji bo kerta pîşesaziyê bandoreke gelekî erênî dike û xebatên wan ên bi hev re ligel kerta geştiyariyê berdewam in.
Mesrûr Barzanî ragihand ku rêjeya bêkariyê li nahiyeya Batêlê gihîştiye asta sifirê û bi vê helkeftê pîrozbahî li xelkê Batêlê, Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê û hemû welatiyên Herêma Kurdistanê kir.