PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 16ê Îlonê pêşwazî li Balyoza Şahnişîna Taylandê ya li Urdun û Iraqê, Jiraporn Jirampaikool kir.
Di hevdîtinê de, tekezî li ser girîngiya pêşxistina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Şahnişîna Taylandê di warên curbicur de, bi taybetî di warê pevguhartinên û bazirganiyê de hat kirin.
Di beşeke din a civînê de, behsa rewş û mercên jiyana welatiyên taylandî yên niştecihên Herêma Kurdistanê hat kirin.