PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Sêşemê 13ê Cotmeha 2026an, pêşwazî li Şêwirmendê Serokatiya Komara Sûriyeyê Mezlûm Ebdî kir.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de guherîn û geşedanên dawî yên li Sûriyeyê û rewşa giştî ya herêmê bi berfirehî hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de her du aliyan tekezî li ser giringiya parastina aştî, ewlehî û seqamgîriya Sûriyeyê kirin û destnîşan kirin ku divê mafên kurdan û tevahiya pêkhateyên li wî welatî di çarçoveyeke garantîkirî de bên parastin.