PeyamaKurd - Rêveberê Giştî yê Bazirganiyê li Herêma Kurdistanê Newzad Şêx Kamîl, îro 8ê Tîrmehê ragihand ku bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî deriyên çavdêriya bazirganî dergehên sînorî yên nû têne vekirin.
Şêx Kamil diyar kir ku bingehên çavdêriya bazirganiyê sûdeke pir mezin dide karsazan û gelek hêsankariyan ji bo wan dabîn dike.
Newzad Şêx Kamîl destnîşan kir ku ev biryar bi fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hatiye girtin daku li hemû deriyên navdewletî ev navend bên avakirin.
Di vê çarçoveyê de, sala borî li Deriyê Îbrahîm Xelîl bingeha yekem hatibû vekirin û îsal jî li Deriyê Perwîzxanê bingeheke nû dikeve xizmetê daku liv û tevgera bazirganiyê li herêmê zêdetir bibe.