PeyamaKurd - Piştî êrîşên moşekî yên Îranê yên li bajarên Arad û Dimonayê yên li başûrê Îsraîlê, bi dehan kes birîndar bûn û gelek avahî jî xera bûn. Hate diyarkirin ku rewşa 7 birîndaran jî giran e ku zarokekî 12 salî jî di nav wan de ye.
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû piştî wan êrîşan axivî û got, "Ji bo paşeroja me şeveke gelekî giran e."
Netanyahu diyar kir, "Ev yek, di têkoşîna me ya ji bo paşerojê de şeveke gelekî zehmet e. Ez bi Şaredarê Aradê Yair Maayan re axivîm û li ser navê hemû welatiyên Îsraîlê duayên me ji bo birîndaran anî zimên. Min ferman da hemû yekîneyên hikûmetê ku bi asta herî bilind alîkariyê bigihînin herêmên ku ziyan dîtine. Em bi biryar in ku li hemû eniyan li dijminên xwe bixin."
Li aliyê din piştî êrîşan ji ber rîskên ewlehiyê rojên yekşem û duşemê li seranserê welêt li hemû dibistanan perwerdeya rûbirû hate betalkirin.
Hêzên Asmanî yên Îsraîlê (IAF) û Fermandariya Eniya Navxwe dest bi lêpirsîneke berfireh kir da ku bizanin çima ew moşekên li Arad û Dimonayê ketine nehatine astengkirin.
Tê lêkolînkirin bê ka mûşekên balîstîk ên xwedî serikên konvansiyonel ku bi sedan kîlogram teqemenî hildigirin, çawa di nav pergalên parastina asmanî ya piralî ya Îsraîlê re derbas bûne.
Çavkaniyên xwecihî yên li Aradê da zanîn ku li hinek taxên bajêr avahiyên ku moşek li wan ketine bi temamî bûne kavil û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin