PeyamaKurd - Komara Erebî êrîşên Îranê yên bi dron û moşekan li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir.
Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Nebîl Fehmî hişyarî da ku kiryarên Îranê wê aloziyên li herêmê hîn zêdetir bikin.
Fehmî diyar kir, "Êrîşên li pey hev ên li ser Behrêyn, Urdun, Qeter, Kuweyt û Herêma Kurdistana Iraqê helwestek dijminane ya nayê qebûlkirin nîşan didin. Li hember van êrîşan bêdengî nayê parastin."
Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî bang li Îranê kir ku tavilê êrîşan rawestîne û dev ji kiryarên ku ewlehiya herêmê û rêyên wê yên deryayî tehdît dikin berde.
Komara Erebî hevxemiya xwe ya tevahî bi Herêma Kurdistanê û welatên din ên hedefgirtî re nîşan da, di heman demê de bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî van binpêkirinan tedbîran bigire.
Di 24 saetên dawî de, Herêma Kurdistanê ji aliyê pênc dronan ve hatiye hedefgirtin. Di êrîşan de heşt Pêşmergeyên girêdayî Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) birîndar bûn. Bertekên li hember êrîşan berdewam dikin.
Li gorî daneyên ku ji aliyê Rûdawê ve hatine berhevkirin, ji destpêka Tîrmehê heta nîvroya 19ê Tîrmeha 2026an, Herêma Kurdistanê bi tevahî 45 êrîşên bi dron û moşekan hatiye hedefgirtin.