Trump piştî êrîşê got: Ev bûyer nikare ji serkeftina min a Îranê re bibe asteng

Trump piştî êrîşê got: Ev bûyer nikare ji serkeftina min a Îranê re bibe asteng

Serokê Amerîkayê Donald Trump, piştî êrîşa çekdarî ya li ser şîva nûçegihanên Koşka Spî li Washingtonê daxuyaniyek da û diyar kir ku ev êrîşa hewldana li dijî wî, dê rê li ber armancên wî negire.

Trump got: "Ev bûyer ji bo serkeftina min a şerê Îranê nabe asteng” û diyar kir, her çend têkiliya êrîşkar bi Îranê re hîn nehatiye piştrastkirin jî, ew ji bo her cûre gefan amade ne.

Serokê Amerîkayê pesnê tîmên Parastina Taybet (Secret Service) û polîsan da ku êrîşkar di xeta yekem a ewlehiyê de girtine û nehîştine derbasî hundirê salonê bibe.

Hûrgiliyên derbarê êrîşkar de

PeyamaKurd - Trump eşkere kir ku êrîşkar Cole Allen "kesekî nexweş e" û ji Californiayê hatiye, niha jî hêzên ewlehiyê li ser dairesiya wî ya li wê eyaletê lêkolînan dikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku efserekî polîs ji nêzîk ve hatiye gulebarankirin, lê bi saya êleka pola ji mirinê rizgar bûye.

Trump bang li gelê Amerîkayê kir ku nakokiyên xwe bi awayekî aştiyane çareser bikin û diyar kir ku tevî êrîşê jî, di şîvê de yekîtiyeke mezin a di navbera her du partiyan de hebû.

Li aliyê din Rêveberê FBIê Kash Patel û Cîgirê Wezîrê Dadê Todd Blanche ragihandin ku lêkolînên balîstîk û îstîxbaratî berdewam dikin daku eşkere bibe ka êrîşkar bi tenê ye an bi alîkariya kesên din tevgeriyaye.