PeyamaKurd - Piştî ku Partiya Komarparêz di hilbijartinên navîn ên li DYAê de têk çû, ji aliyê Qesra Spî ve daxuyaniyeke fermî hate dayîn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku kesên her carê dawiya siyasî ya Serok Donald Trump radigihînin her tim dixepînin û hate gotin, "Hewldanên ji bo azilkirinê, betalkirina polîtîkayên wî yan jî guhertina destkeftiyên wî dê heman qedera hewldanên berê yên çepgirên radîkal parve bikin: Destvala."
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser serkeftinên rêveberiya Trump ên di warên ewlehiya sînor, serxwebûna enerjiyê û polîtîkayên aborî de û hate destnîşankirin ku tevî hemû gefên aliyên dijber jî, Trump dê tu carî dev ji têkoşînê bernede.
Her wiha hate tekezkirin ku her çend Demokrat bixwazin icraatên wî yên berê betal bikin jî, ew ê di van hewldanên xwe de biser nekevin û Trump li dijî her cûre astengiyan dê li ser helwesta xwe bibe alîgirê têkoşînê.