PeyamaKurd – Cîgirê wezîrê karên derve yê Tirkiyê Ali Özel tevlî merasima vekirina balyozxana Sûriyê ya li bajarê Dîlokê (Gaziantep) bû. Balyozxane li Dîlokê li navça Şehitkamil li taxa Güvenevlerê vekirin. Özel di merasimê de got:
“Piştî xebatên balyozxanê yên di navbera salên 2005-2011an de, bi sedema şerê Sûriyê yê navxwe hat girtin û piştî 15 salan vekirina balyozxanê ji aliyê wezîrê karên derve yê Sûriyê rêzdar Esad Şeybani de, me dilxweş kiriye. Balyozxane wê pêdiviyên nişteciyên Sûriyê yên li dora Dîlokê bicîh bîne û hem wê têkiliyên di navbera Sûriyê û Tirkiyê de xwurt bike…”
Wezîrê karên derve yê Sûriyê Esad Hasan Şeybani jî ragihand ku ew gelek kêfxweşe ku li Dîlokê ye û dewam kir:
“Merasima vekirina balyozxanê çawa weka dewama vejîna welatekî ji nûh de ye, her weha dezgeyên welat ên welatiyên xwe diparêzin, ji wan re xizmetê dikin û rola xwe ya eslî bicîh tînin…Balyozxane di navbera du milletan de têkiliyên cîrantiyê û hevkariyê xwurt dike û wekî pirekiye.”
Di merasimê de parêzgerê Entabê Kemal Çeber, şaredara mezin ya Entabê Fatma Şahin, balyozê Tirkiyê yê Şamê Nuh Yılmaz, balyozê Sûriyê yê Entabê Ali Cemalettin Mustafa û dawetvan di merasimê de amade bûn.