Nêçîrvan Barzanî piştî vekişîna Hevpeymaniyê diçe Bexdayê

Nêçîrvan Barzanî piştî vekişîna Hevpeymaniyê diçe Bexdayê

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo beşdariya merasîma fermî ya bidawîhatina erkê serbazî yê hêzên Amerîka û Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Iraqê, sibe 1ê Cotmehê serdana Bexdayê dike.

Pêvajoya vekişîna hêzên biyanî li gorî rêkeftina navbera Bexda û Washingtonê hate cîbicîkirin. Di vê çarçoveyê de, Wezareta Şer a Amerîkayê (Pentagon) bi daxuyaniyeke fermî eşkere kir, Amerîka û hevalbendên wê yên di Hevpeymaniya Navdewketî ya li dijî DAIŞê de bi awayekî fermî dawî li operasyona serbazî ya bi navê "Biryardariya Xweragir" li Iraqê anîne.

Pentagonê diyar kir, ev biryar li ser bingeha daxuyaniya hevbeş a meha Îlona 2024an a di navbera Amerîka û Iraqê de û di berjewendiya neteweyî ya Amerîkayê de hatiye wergirtin. Herwiha vekişandina hêz û alavên Hevpeymaniyê ji Hewlêrê jî, wekî nîşaneya bidawîhatina serkeftî ya wî erkê serbazî hate binavkirin.

Li gorî daxuyaniya Pentagonê, ev qonaxa nû berhema operasyon û pêngaveke 12 salan e ku karî dawî li DAIŞê wekî gefeke serbazî ya rêxistinkirî li Iraq û navçeyê bîne. Pentagonê tekez kir ku ev gav veguherîna erkê ye ji çarçoveyeke şerkerî ber bi hewldaneke ewlehiyê ya bi serpereştî û serkirdayetiya Iraqê.

Wezareta Şer a Amerîkayê da zanîn, ew pêşbînî dikin hêzên ewlehiyê yên Iraqê, ligel Hêzên Pêşmerge û hêzên din ên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê, serkêşiya parastina ewlehiya welêt bikin û paşmayên terorê di rewşeke lawaz de bihêlin. Destnîşan kir jî, Amerîka dê di warê rahênan, perwerde û piştgiriya hewalgiriyê de alîkariya xwe bo hêzên Iraqî berdewam bike.

Di daxuyaniyê de Pentagonê bal kişand ser berpirsiyariya desthilatdarên Iraqê û ragihand: "Berpirsiyariya sereke ya rûbirûbûna kêşeyên ewlehiyê—di nav wan de paşmayên DAIŞê û her wiha ew komên çekdar ên nêzîkî Îranê yên ku serweriya Iraqê û aramiya navçeyê binpê dikin—niha dikeve ser milê hikûmeta Iraqê."

Di dawiya daxuyaniyê de Wezareta Şer a Amerîkayê tekez kir, Washington pabend e bi rûbirûbûna terorê û alîkariya hevbeş da ku DAIŞ qet nebe xwedî derfeta xwerêxistinkirinê li ser axa Iraqê. Herwiha got, Amerîka piştgiriyê dide Iraqeke bihêz û serwer ku sînorên xwe biparêze û bibe bingehek ji bo kûrkirina pêwendiyên bazirganî, dîplomatîk û ewlehiyê di navbera her du welatan de.