Serokê Dijî Terorê ya Iraqê: Piştî vekişîna hevpeymaniyê valahî çênabe

Serokê Dijî Terorê ya Iraqê: Piştî vekişîna hevpeymaniyê valahî çênabe

PeyamaKurd - Lîwa Kerîm Temîmî, serokê Yekîneya Dijî Terorê ya Iraqê (CTS) ragihand ku piştî bidawîbûna mîsyona Hevpeymaniya Navneteweyî, tu valahiyeke ewlehiyê li welêt pêk nayê. Temîmî destnîşan kir ku Iraq êdî gihîştiye qonaxa "xweseriya neteweyî ya tam" û artêş dikare welat biparêze.

Temîmî diyar kir ku rêxistina DAIŞ êdî hêza wê tune ye ku xakê kontrol bike û niha tenê wekî şaneyên biçûk hewl dide hebûna xwe biparêze. Her wiha wî tekez kir ku hevkariya wan a bi Hêzên Pêşmerge re ji bo ewlehiya herêmên nakokî di asta herî bilind de ye û sînorên bi Sûriyeyê re bi sîstemeke pêşketî bi temamî têne parastin.