"Baregeha Victoria û Baregeha Dijî Terorê ya Iraqê hatine armanckirin"

"Baregeha Victoria û Baregeha Dijî Terorê ya Iraqê hatine armanckirin"

PeyamaKurd - Di êrîşên ku bi rokêtên Katyusha yên 107 mm li Baregeha Leşkerî ya Victoria û Baregeha Dijî Terorê ya Iraqê hatine kirin de, çar kes birîndar bûn.

Şivan Cebbar, peyamnêrê K24ê yê Bexdayê, îro (Yekşem, 15ê Adarê, 2026) ragihand ku Baregeha Leşkerî ya Victoria û Baregeha Dijî Terorê ya Iraqê li Bexdayê bi rokêtên Katyusha yên 107 mm hatine hedefgirtin.

Peyamnêrê K24ê diyar kir ku li Bexdayê dengê teqînên bihêz ên li pey hev hatine bihîstin û hêzên ewlehiyê karîn wesayîtek ku şeş rokêtên Katyusha yên 107 mm tê de hebûn, desteser bikin ku di êrîşên li ser Baregeha Victoria de hatine bikaranîn.

Li gorî agahiyan, navenda piştgiriya dîplomatîk a Amerîkî ya li ser kompleksa Balafirgeha Bexdayê jî di êrîşan de, ku bi rokêtên Katyusha û herwiha sê wesayîtên hewayî yên bêmirov (UAV) hatine kirin, hatiye hedefgirtin.

Di vê navberê de, li gorî agahiyên ku ji hêla peyamnêrê K24ê yê Kerkukê ve hatine dayîn, rêze êrîş jî li Kerkukê û derdora wê pêk hatine.

Ji bilî baregeheke Heşda Şeibî ya li navçeya Dakûkê, navenda lîwaya 16 a Heşda Şeibî û navenda lîwaya 40 ya Ketaib Îmam Elî ya li Kerkûkê hatin bombebarankirin.