Wezareta Darayî ya Kurdistanê bersiva Bexdayê da

Wezareta Darayî ya Kurdistanê bersiva Bexdayê da

PeyamaKurd - Rêveberiya Giştî li Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê îro, bi daxuyaniyekê bersiva daxwaza Cîgirê Yekem ê Serokê Parlamena Îraqê Adnan Feyhan Dilêmî ya ji bo birîna mûçeyên herêmê da. Wezaretê bi tundî rexne li vê helwestê girt û tekez kir ku Herêma Kurdistanê her tim pabendî Yasaya Rêveberiya Darayî ya 2019an û Yasayên Budçeya Federal bûye û hemû erkên xwe yên yasayî bi cih anîne.

Wezareta Darayî di daxuyaniya xwe de bal kişand ser binpêkirina mafên mûçeyên Kurdistanê û hûrguliyên darayî yên salên 2025 û 2026an wiha eşkere kirin:

Mûçeyên Kêm ên Sala Borî: Di sala 2025an de, tevî ku Herêma Kurdistanê pişka xezîneya federal bi temamî şandiye jî, hikûmeta Îraqê tenê mûçeyên 10 mehan şandine. Mûçeyên mehên Mijdar û Berfanbarê  yên mûçeyên Kurdistanê hîn jî nehatin şandin  di demekê de ku hemû saziyên din ên Îraqê mûçeyên wan du mehan wergirtine.

Rewşa Dahatê ya Sala 2026an: Ji bo pênc mehên destpêkê yên sala 2026an, dahata ne-petrolî ji bo Bexdayê hatiye şandin. Di mehên Adar û Nîsanê de, ji ber rewşa şer a li navçeyê û nakokiyên li ser sîstema ASYCUDA, dahat hinekî kêm bûye.

Wezaretê sîstema gumrikê ya ASYCUDA wekî "amrazekî ji bo dorpêça aborî ya li ser Kurdistanê" pênase kir, lê tevî vê yekê jî sedî 50ê dahatê li gorî rêkeftinan ji Bexdayê re hatiye şandin.

Wezareta Darayî di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew gelekî "mat" mane ku berpirsekî bilind ê dewletê li şûna çareseriyên destûrî, daxwaza birîna mûçeyên welatiyên xwe dike û prensîpên wekhevî û parastina mafên mirovan binpê dike.