PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên, di pêwendiyeke telefonî de bi hevpîşeyê xwe yê Îranî Ebas Araghçî re, ji ber mirina Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamineyî sersaxî xwest û daxwaza bidawîanîna şer kir.
Fuad Husên îro (Yekşem, 1ê Adarê, 2026) bi Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Araghçî re pêwendiyeke telefonî pêk anî.
Li gorî daxuyaniyek ji Wezareta Derve ya Iraqê, di dema axaftinê de, Fuad Husên sersaxiyên xwe ji hevpîşeyê xwe Ebas Araghçî re ji ber mirina Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê, Elî Xamineyî re ragihand.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Husên helwesta Iraqê li ser rewşa heyî dubare kir û tekezî li ser pêwîstiya bidawîanîna tavilê ya şer kir.
Di daxuyaniya wezaretê de herwiha hat destnîşankirin ku Wezîrê Derve yê Îranê Fuad Husên li ser pêvajoyên destûrî yên li Îranê û mekanîzmaya hilbijartina Rêberê Bilind ê nû di rojên pêş de agahdar kiriye.
Li gorî daxuyaniyê, Fuad Husên di civînê de herwiha tekezî li ser pêwîstiya xebata ji bo kêmkirina aloziyan û xurtkirina aramiya herêmî kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin