PeyamaNews - PeyamaKurd- Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth di civîna rojnamevanî de ragihand: “Em dê li kêleka Herêma Kurdistanê bimînin” û got: “Ji bo şiyanên Herêma Kurdistanê, em spasiya wê dikin.”
Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth û Sererkanê Hevpar ê Artêşa Amerîkayê General Dan Caine îro 2yê Adarê li Pentagonê civîneke rojnamevanî ya hevpar li ser çalakiyên leşkerî yên Amerîkayê li Îranê li dar xist.
Di civînê li ser êrîşên Îranê yên bi dron û moşekan li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê Pete Hegseth got: “Em bi Herêma Kurdistanê û hevalbendên xwe li deverê re di têkiliyeke berdewam de ne û em dê li ser hevahengiya bi hevalbendên xwe re berdewam bin.”