İraq: Lêkolîna êrîşa li ser Nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê berdewam e

İraq: Lêkolîna êrîşa li ser Nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê berdewam e

PeyamaKurd - Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên İraqê Sebah Numan di 27ê Tebaxa 2026an de daxuyaniyek da û ragihand ku lêkolînên wan ên ji bo dîtina çavkaniya êrîşa li ser nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê berdewam dikin.

Numan diyar kir ku Serokwezîrê İraqê û hemû hêzên siyasî ev êrîş bi tundî şermezar kirine û bi riya hevahengiya hêzên ewlehiyê re ew ê nehêlin ku rûdanên wiha careke din dubare bibin.

Tê zanîn ku di 17ê Tebaxa 2026an de du droneyên bombekirî yên ku ji sînorê Îranê ve hatibûn şandin, nivîsgeha taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê rêveberê Ajansa Parastinê ya li Pîrmamê kiribûn armanc.

Sebah Numan derbarê vekişîna hêzên navdewletî de jî zanyariyên girîng dan û eşkere kir ku hêzên Almanyayê yên di nav Hevpeymaniya Navdewletî de bi merasîmeke fermî ji Iraqê vekişiyan.

Berdevkê destnîşan kir ku pêvajoya derketina hêzên leşkerî leztir bûye û hevahengiya wan di asta herî bilind de ye da ku heta 30ê Îlona 2026an, ku roja dawî ya diyarkirî ye, hemû hêzên hevpeyman ji welat bi temamî derkevin.