Barrack: Êrîşa li ser Kormorê êrîşkirina li ser tevaya gelê Iraqê ye

Barrack: Êrîşa li ser Kormorê êrîşkirina li ser tevaya gelê Iraqê ye

PeyamaKurd - Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo Iraq û Sûriyeyê Tom Barrack îro duşemê, 9ê Mijdara 2026an, di peyamekê de ku li ser platforma "X"ê belav kir, êrîşa li ser Zeviya Kormorê ya Gazê bi tundî şermezar kir û got ku ev êrîş "lêdana li ser tevaya gelê Îraqê ye".

Tom Barrack destnîşan kir ku ew bi temamî piştgiriya serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin daku lêkolîneke hûr bikin, bikerênerên vî karî bên dîtin û rûbirûyî cezayê qanûnî bên kirin.

Her wiha hat bi bîrxistin ku ji ber êrîşa dronî ya li ser zeviyê, proseya berhemanîna gazê bi temamî hatiye rawestandin û ji bo eşkerekirina encamdêran lijneyeke hevpar hatiye avakirin.