Bi dronan êrîşî ser Zeviya Kormorê kirin: Hilberîna gazê rawestiya

Bi dronan êrîşî ser Zeviya Kormorê kirin: Hilberîna gazê rawestiya

PeyamaKurd - Zeviya Kormorê ya Gazê ya li Çemçemalê di êrîşeke dronî de hat armanckirin, ku di encamê de şewateke mezin derket û zirarên madî yên giran gihîştin beşa berhemanîna gaza malan (LPG) û proseya hilberîna gazê bi temamî hat rawestandin.

Çavkaniyên fermî yên hewalgîrî û artêşa Iraqê ragihandin ku êrîş şeva borî hatiye kirin û li gorî dengê firîna dronê, ew ji aliyê qezaya Xurmatoyê ve hatiye arastekirin.

Efserekî hewalgîriyê yê artêşa Iraqê û zêrevanên zeviyê piştrast kirin ku dengê dronê li asmanê deverê hatiye bihîstin.

Fermandariya Lîwaya Duyê ya Hevpar a hêzên Iraqê jî diyar kir ku hêzên wan li Xurmatoyê ev tevger şopandine.

Ji ber lêdana zengila hişyariyê û çûna karkeran bo penagehan, di êrîşê de ti zirarên canî çênebûn. Her wiha piştî bûyerê, Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Elî Zeydî biryara pêkanîna lijneyeke lêkolînê ya hevpar da da ku çavkanî û bikerên êrîşê werin eşkerekirin.

Zeviya Kormorê ku ji aliyê şirketa Dana Gasê ve tê veberhênan, nêzî %67 ê elektrîka Herêma Kurdistanê dabîn dike û çavkaniya sereke ya sîstema enerjiyê ye.