Komên çekdar bi dronan êrîşî Sûriyeyê kirin

Komên çekdar bi dronan êrîşî Sûriyeyê kirin

PeyamaKurd - Li bajarê Siweydayê ku dikeve başûrê Sûriyeyê, komên çekdar ên girêdayî Hîkmet el-Hecrî êrişî hin xal û navendên hêzên ewlehiya hundirîn a hikûmeta Sûriyeyê kirin.

Li gorî nûçeya televîzyona fermî ya Sûriyeyê El-Îhbariyeyê, piştî êrişa van koman a li ser gundên Mensûre, Welga û Tel Hadîdê di navbera aliyan de pevçûnên dijwar derketin.

Di encama êriş û pevçûnan de 4 endamên hêzên ewlehiya hundirîn birîndar bûn û hat ragihandin ku ji aliyê komên çekdar ve jî birîndar hene.

Her wiha hat eşkerekirin ku komên çekdar gundê Mensûreyê yê li başûrê rojavayê gundewarê Siweydayê bi dronan kirine armanc.