Bi dronan êrîşî Silêmanî û Hewlêrê kirin: Hemû hatin xistin

Bi dronan êrîşî Silêmanî û Hewlêrê kirin: Hemû hatin xistin

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku îro danê sibehê bi 3 dronan êrîşî bajarên Hewlêr û Silêmaniyê hat kirin, lê hemû dron li asman hatin xistin û tu zirarên canî çênebûn.

Li Silêmaniyê dron di ser nehiyeya Pîremegrûnê re derbas bûn û yek ji wan bû sedema şewatê ku di demeke kurt de hat vemirandin. Li Hewlêrê jî dronek bi sîstema parastinê ya C-RAMê hat têkbirin.

Herwiha hat ragihandin ku balona çavdêriyê ya pêşketî ku dihişt hemû êrîş bi hûrgilî bên eşkerekirin ji asman hat daxistin.