PeyamaKurd - Hêzên hevpeymaniyê yên bi pêşengiya Siûdî ragihandin ku êrîşa bi balafirên bêmirov a ku ji aliyê Hûsiyan ve li dijî bajarê Mekkeyê hatibû kirin, hatiye astengkirin.
Berdevkê Hevpeymaniya Erebî Tûggeneral Turkî El-Malîkî di daxuyaniyekê de diyar kir ku dronan ya ku kete ser qada hewayî ya Mekkeyê, beriya ku bigihêje armanca xwe li başûrê bajêr hatiye bêbandorkirin.
El-Malîkî ev êrîş wekî hewldineke şermezarkirî û terorîstî bi nav kir ku hestên milyonan Misilmanan dike armanc û tekez kir ku ew ê li dijî van êrîşan hemû tedbîrên pêwîst bigirin.
Li aliyê din, Hûsiyan bi riya televizyona El-Mesîre ev îdiayên Siûdî red kirin û diyar kirin ku ti gefek ji aliyê wan ve li ser herêmên pîroz û Mekkeyê tune ye.