PeyamaKurd - Du balafirên bêpîlot (UAV) baregeheke Pêşmergeyan li Hewlêrê hedef girtin. Hat ragihandin ku di êrîşê de leşkerekî Fransî hatiye kuştin û yên din jî birîndar bûne.
Li gorî çavkaniyek ji hêzên Pêşmergeyan, baregeheke leşkerî ya girêdayî Eniya 6emîn a Hêzên Pêşmergeyan li herêma Melaqere duh derengiya şevê (Îniya 13ê Adarê, 2026) ji aliyê UAVyan ve hatiye êrîşkirin.
Çavkaniyê diyar kir ku di êrîşê de şêwirmendekî leşkerî yê Fransî hatiye kuştin û yên din jî birîndar bûne.