PeyamaKurd - Li Herêma Kurdistanê, di saet 09:22yan de li herêma Herîr-Balîsanê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ve, bi balafirên bêmirov (dron) ên bombebarkirî êriş li ser kampa Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) hat kirin.
Piştî bûyerê, di daxuyaniya ku ji aliyê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ve hat belavkirin de hat destnîşankirin ku ev kamp berê hatibû valakirin, lewra di encama vê êrişê de ti zirar û windahiyên canî çênebûne.