Îranê bi dronan êrîşî ser kampa PDK-îyê ya li Hewlêrê kir!

 Îranê bi dronan êrîşî ser kampa PDK-îyê ya li Hewlêrê kir!

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Îranê êrîşeke bi droneyên kamîkaz li ser Kampa Girdeçal a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-î) li navçeya Behrika ya Hewlêrê kir.

PDK-îyê di daxuyaniyek nivîskî de ragihand ku êrîşî Kampa Girdeçal, ku sivîl lê dimînin, hatiye kirin.

Daxuyaniyê destnîşan kir ku dron li kampê xistiye, lê tu qurbanî çênebûne, tenê ziyana madî çêbûye.

Navçeya Behrika li nêzîkî Balyozxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê ye.

Di heman demê de, bi êrîşa Behrika re, êrîşeke bi dronan li ser Balafirgeha Hewlêrê jî hat kirin, ku baregeheke Amerîkayê jî lê ye.

Piştî ku pergalên parastina hewayî hatin çalakirin, dengê teqînan hat bihîstin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê hîn li ser vê mijarê daxuyaniyek nedaye.