Îranê bi dronan êrîşî Kuweytê kir: 4 kes birîndar bûn

Îranê bi dronan êrîşî Kuweytê kir: 4 kes birîndar bûn

PeyamaKurd - LBerdevkê Wezareta Parastinê ya Kuweytê Seûd Ebdulezîz El Atwan, ragihand ku îro hêzên çekdar ên Kuweytê di ezmanê welêt de balafirên bêmirov ên Îranê tespît kirine û bersiva wan dane.

El Atwan eşkere kir ku Îranê xaleke krîtîk û jiyanî kiriye armanc.

Di encama ketina parçeyên dronên hatine xistin de 4 kes birîndar bûn ku birîndar welatiyekî Kuweytê, welatiyekî Pakistanê û 2 welatiyên Îtalyayê ne.

Berdevkê Wezareta Parastinê got ku birîndar bo nexweşxaneyê hatine veguhastin û di êrişê de zirarên madî jî çêbûne.