PeyamaKurd - Li herêma Waraqê ya parêzgeha Gîzeyê ya Misirê, tankereke ku berhemên neftê vediguhast dema li ser rêya dorûberê diçû, ji ber sedemeke hîn nehatiye zanîn agir pê ket.
Agirê mezin ê ku li cihê bûyerê derket bû sedema tirs û panîkeke zêde.
Wezareta Tenduristî û Nifûsê ya Misirê di daxuyaniyekê de ragihand ku di encama bûyerê de 30 kesan canê xwe ji dest da û 15 kes jî birîndar bûn.
Piştî bûyerê li navenda wezaretê yekîneya rêveberiya krîzê û li nexweşxaneyên nêzîkî herêmê rewşa awarte hat ragihandin, her wiha ji bo midaxeleya lezgîn a li birîndaran maseyên rêveberiya krîzê hatin avakirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 39 ambûlans beşdarî xebatên rizgarkirinê bûne û birîndar bo Nexweşxaneya Pisporî ya Zayed, Nexweşxaneya Giştî ya Imbaba û Nexweşxaneya Navendî ya Waraqê hatin veguhastin.
Wezaretê da zanîn ku hevahengiya li gel saziyên peywendîdar berdewam dike û hejmarên kuştî û birîndaran li ser bingeha nirxandina destpêkê ne, lê xebatên tespîtkirina bîlançoyê hîn didomin.
Li gorî çapemeniya herêmî û tîmên parastina sivîl, agir hatiye kontrolkirin.