Mistefa Hicrî: Herêma Kurdistanê tenê bi yekgirtîbûnê  tê parastin

Mistefa Hicrî: Herêma Kurdistanê tenê bi yekgirtîbûnê  tê parastin

PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) bi daxuyaniyekê ragihand ku rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê di vê qonaxê de di bin metirsîdartirîn gefên serdema xwe de yeû got, destkefta neteweyî tenê bi yekrêzî û yekgirtîbûnê tê parastin.

Hicrî diyar kir, beşek ji vê rewşê rasterast û nerasterast encama nakokî û pêşbaziyên partiyên desthilatdar ên Herêmê û lihevkirina di pêkanîna parlamentoyê û hikûmeta hevbeş de ye, tevî ku zêdetirî du salan bi ser hilbijartinên dawî re derbas bûne.

PDKÎyê tevî ragihandina piştgiriya xwe ya ji bo qewareya Herêma Kurdistanê, nîgeraniya xwe ya kûr li hemberî vê rewşê anî zimên û bang kir ku berî ku dem ji dest biçe, bi berpirsiyarî di pêkanîna hikûmeteke yekgirtî û yekrêziya neteweyî de lez bê kirin da ku bi hevdengî û di çarçoveya rêkarên yasayî de rûbirûyî vê rewşê bibin.

Her wiha hat bibîrxistin ku ev qewareya siyasî berhema xwîna dehan û sedan hezar qurbaniyên Enfal û kîmyabaranê ye, milkiyetê hemû neteweya Kurd bi hemû beşên wê ve ye û dîrok wan aliyan efû nake ku vê destkeftiyê bikin qurbaniya nakokiyan.