Dijeterora Kurdistanê: Em ê bihost bi bihost axa xwe biparêzin

Dijeterora Kurdistanê: Em ê bihost bi bihost axa xwe biparêzin

PeyamaKurd - Dijeterora Kurdistanê li ser bangên vegera Kurdan û Hêzên Pêşmerge yên bo sînor û navçeyên berî rûxana rêjîma Beasê (Hêla 36an) daxuyaniyek belav kir.

Dijetetora Kurdistanê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku ew aliyên ku banga vegerandina sînorên berî sala 2003yan dikin, divê berî her tiştî bixwe vegerin wan cih û statuyên ku berî sala 2003yan lê bûn, lewre eger pîwer vegerandina rewşa berî rûxana rêjîmê be, ti cih û pêgeheke wan aliyan di Îraqa îro de namîne.

Dijeterora Kurdistanê helwesta xwe ya teqez a li hember gef û tedbîrên dawî ragihand û tekez kir: "Em ê bi bihost bi bihost berevanîyê li axa xwe bikin."