PeyamaKurd - 10 dronên bombekirî li ezmanê bajêrê Hewlêrê hatin xistin û tu ziyanên giyanî çêne bune .
Dijeterora Kurdistanê di daxuyaniyekê ragihand, berbanga îro 2ê Îlona 2026an, 10 dronên bombekirî li asmanê bajêrê Hewlêrê hatine xistin.
Li gorî daxuyaniyê, ew 10 dron di navbera saet 01:13 û 03:31ê berbangê de, ji aliyê hêzên hevpeymanan ve hatine xistin.
Derbarê ziyanên giyanî û madî de jî Dijeterora Kurdistanê diyar kir: "Xweşbextane ji êrîşan ti ziyanên giyanî çênebûne."
Ev di dema ku derengiya şeva borî Amerîkayê êrîşî çend baregehên leşkerî yên Supaya Pasdaran li başûrê Îranê kir.
Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê êrîşan de ragihand, êrîşên wan yên "mezin û bihêz" wek bersivekê bûn bo "hewldanên biserneketî yên Îranê yên bo çandina mînan li Tengava Hurmuzê" û herwiha avêtina heşt mûşekan ser baregeha wan a leşkerî li Urdinê, ku hemû hatine têkbirin.
Supaya Pasdaran a Îranê jî wek bersivekê bo êrîşên şeva borî yên Amerîkayê, bi dron û mûşekên balîstîk êrîşî welatên Kuweyt, Urdin, Behreyn û Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kir.