Dijeterora Kurdistanê: Bi dronên Hedîd-110 êrîşî Baregeha Barzanî hat kirin

Dijeterora Kurdistanê: Bi dronên Hedîd-110 êrîşî Baregeha Barzanî hat kirin

PeyamaKurd - Dijêterora Herêma Kurdistanê ragihand ku îro duşemê 17ê Tebaxa 2026an di saet 00:28an de, du dronên bombebarkirî yên ji cureya "Hedîd-110" ji aliyê sînorê Îranê ve hatine avêtin.

Hat diyar kirin ku ev dron rasterast baregeha taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê hewandinê yê Birêveberê Ajansa Parastinê yên li qezaya Pîrmamê ya parêzgeha Hewlêrê kirine hedef.

Li gorî zanyariyan, di encama vê êrîşê de ti zirara giyanî nehatiye tomarkirin, lê belê Dijêterorê ev êrîş bi tundî şermezar kir.

Drona îranî ya bi navê "Hedîd-110" ku xwedî motora turboyê ye, bi leza xwe ya ku gihîştine 510 km di saetê de û şiyana hilgirtina 30 kîlogram teqemeniyê tê nasîn. Ev dron di bilindahiya heta 9 kîlometreyan de dikare bifire û pergala parastina hewayî bibire da ku cihên hesas, radar û navendên fermandariyê bike hedef.

Yekem car ev cure dron ji aliyê Supaya Pasdaran ve di Adara 2026an de di şerê dijî Îsraîl û DYAyê de hatibû bikaranîn û tê texmînkirin ku lêçûna her yekê di navbera 20 hezar heta 50 hezar dolarî de ye.