DAIŞê li Dêrazorê êrîşî otubusa leşkerî kir

DAIŞê li Dêrazorê êrîşî otubusa leşkerî kir

PeyamaKurd - Li gorî çavkaniyên herêmî, îro sêşemê li bajarokê Baxozê yê ser bi parêzgeha Dêrazorê, çeteyên DAIŞê otobuseke leşkerî ya Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî kirin arman .

Di encama êrişê de di navbera her du aliyan de pevçûn rû da û hejmareke leşkerên wezaretê bûn kuştî û birîndar.

Derbarê hejmara tam a kuştî û birîndaran de heta niha agahiyên fermî nehatine belavkirin û Wezareta Parastinê jî li ser bûyerê ti daxuyanî nedaye.