PeyamaKurd - Hat ragihandin îro, demjimêr 10:30ê sibehê li Hewlêrê, li Baxê Şar ê nêzîkî Kela Hewlêrê, kombûn û xwepêşandana sereke ya cemawerî li dijî biryarên dawî yên Bexdayê birêve biçe.
Parêzgarê Hewlêrê bangawaziyeke niştimanî arasteyî hemû kes û pêkhateyan kiriye ji fermanber, mamoste, xwendekar, karker û kasibkaran bigire heta ciwan, jin, aliyên siyasî, pêkhateyên olî û neteweyî û rêxistinên civakî da ku bi awayekî berfireh beşdar bibin û peyameke zelal, aştiyane û yekgirtî bigihînin cîhanê.
Li gorî rênimayên Parêzgarê Hewlêrê, di çalakiyê de dê tenê Alaya Kurdistanê bê bilindkirin û rê bi ti alayeke din an dirûşmên partîtî û taybet nayê dayîn.
Her wiha hat zelalkirin ku îro bêhnvedana fermî nîne û dewama saziyan ji bo karûbarên welatiyan dê asayî be, lê rêveber û berpirsên fermangeh û navendên xwendinê xwedî desthilat in ku hêsankariyê bikin û moletê bidin fermanber û mamosteyan.
Hevdem ligel paytextê, îro sibehê li sînorê parêzgeha Dihokê û Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê jî meş û çalakiyên nerazîbûnê birêve diçin:
Dihok û Zaxo:Demjimêr 10:00î sibehê xwendekar û ciwan li ber deriyê Zanîngeha Dihokê dicivin û di heman demê de li Zaxoyê jî xwendekar û ciwan li Parka Şehîdan kom dibin.
Akrê:Demjimêr 10:00î sibehê meşeke nerazîbûnê ji Trafîka Kelê heta Qada Kanî Mam Kirûka dest pê dike.
Dêrelûk:Demjimêr 11:00ê berî nîvro xwendekar, ciwan û kesayetên deverê li navenda nahiyeyê dicivin.
Xwepêşandanên piştgiriyê li Hesekê û Sineyê
Li derveyî sînorên Herêma Kurdistanê jî, îro pêncşemê ji bo piştgiriyê li Hesekêya Rojavayê Kurdistanê û li Sineya Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan tên lidarxistin.
Li Sineyê, welatiyên ku êvara çarşemê bangawaziyek belav kiribûn, biryar e îro demjimêr 16:00ê êvarê li Caddeya Fîrdewsî di bin dirûşma "Başûr ne bi tenê ye, Sine piştevan e; yekgirtina me sînoran nas nake" de dakevin kolanan.
Wan di bangawaziya xwe de ragihand ku ew li hemberî gef û êrîşên nerewa yên li ser Herêma Kurdistanê dadikevin kolanan da ku dengê yekgirtin û piştgiriya xwe bigihînin cîhanê û tekezî li ser ewlehî, azadî û mayîna qewareya Herêma Kurdistanê bikin.