PeyamaKurd - Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê li ser daxwaza Serokwezîrê Îraqê Elî Ez-Zeydî biryara şîrovekirinê ya hejmar 268/Federal/2026 derxist û destûrîbûna biryarên hikûmeta federal ên li dijî Herêma Kurdistanê pesend kir.
Dadgehê bi piraniya dengan û nerazîbûna du endaman destnîşan kir ku parastina sînorên navneteweyî, serpereştî û çavdêriya deriyên sînor, hûrbîniya li ser petrol û gazê, û rêvebirina dahatên nepetrolî di desthilata hikûmeta federal de ne û tekez kir ku dabeşkirina desthilatan nabe bibe sedema parçekirina desthilatên taybet ên federalî.
Di biryarê de hat gotin ku sînorê cografî yê desthilatên Herêma Kurdistanê li gorî Madeya (53/A) ya Yasaya Birêvebirina Dewletê û Madeya 143yan a destûrê tê sînordarkirin ku wan deveran digire nav xwe yên heta 19ê adara 2003yan ji aliyê Herêmê ve dihatin birêvebirin, bi liberçavgirtina Madeya 140î.
Her wiha hat ragihandin ku rêvebirina li derveyî vî sînorî tenê di destê desthilatên federal de ye, ku rêveberiya defakto ti mafê destûrî çênake û dadgehê biryar wekî teqez û pêwîstî bi cîbicîkirinê bi nav kir.