PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundûtijî li Ser Jinan de peyamek belav kir û pabendbûna hebuna Herêma Kurdistanê ya ji bo parastina mafên jinan, çespandina azadî û wekheviyê, û rawestîna li hember hemû cûreyên tundûtijî û cudakariyê yên li dijî jin û keçan tekez kir.
Nêçîrvan Barzanî bi rêzdarî qurbaniyên tundûtijiyê bi bîr anîn û destnîşan kir ku aramiya malbatên wan tenê bi serweriya yasayê, dadweriyê û rêgirtina yekcarî li dûbarebûna van tawanan pêk tê.
Pêşketin, aştî û paşeroja Herêma Kurdistanê bi bihêzkirin û beşdariya çalak a jinan di hemû qadên jiyanê û navendên biryardanê de ve girêdayî ye.
Ji bo vê armancê, bi hevahengiya li gel saziyên fermî, civaka sivîl, mamosteyên olî, navendên perwerdeyê, medya û ciwanan em ê di belavkirina çanda lêborînî, aştixwazî û netundûtijiyê de berdewam bin.
Nêçîrvan Barzanî silav û spasiyên xwe gihandin hemû jin, çalakvan û parêzvanên ku di rêya wekheviyê de têkoşînê dikin û daxwaz kir ku hemû alî ji bo Kurdistaneke ewletir, dadperwer ku dûrî tundûtijî, tirs û cudakariyê be bidin ber xwe.