Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê: Em ji mafên xwe paşve gav navêjin

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê: Em ji mafên xwe paşve gav navêjin

PeyamaKurd - Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro çarşemê, 25ê mijdara 2026an, bi serokatiya Serokê Encumena Wezîran Mesrûr Barzanî civiya.

Mijara sereke ya civînê diyarkirina helwêsta fermî ya Hikûmeta Herêmê bû li hemberî rêkarên dawî yên hikûmeta federal a Iraqê.

Encumena Wezîran dilgiraniya xwe ya kûr li hember daxuyaniya li ser navê Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê nîşan da û ew wekî "binpêkirina destûrî û nîşaneyeke metirsîdar a hewldana vegerandina Iraqê bo rêjîmeke navendî" bi nav kir.

Di civînê de hat tekezkirin ku bikaranîna zimanê leşkerî û gefan tê redkirin û ev tedbîr planeke pêşwext e di dijî qewareya destûrî ya Herêmê de.

Xalên sereke yên biryar û peyama Encumena Wezîran:

Herêma Kurdistanê bi hemû erkên xwe yên destûrî pabend e, di heman demê de daxwaza bicîkirina hemû mafên xwe yên destûrî dike û amadehiya xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûrê nîşan dide.

Encumena Wezîran tekez kir ku Herêm her dem piştgirê rêkarên li dijî gendeliyê û karên neyasayî ye, û daxwaz kir ku şênkerî û qaçaxçîtiya neftê li seranserî Iraqê bê rawestandin.

Hat destnîşankirin ku Herêma Kurdistanê berhema qurbanîdana Pêşmerge û xwîna hezaran şehîdan e.

Mafên Herêmê tenê mûçe û budce nînin; ev dosye mijareke siyasî û doza rewa ya gelê Kurdistanê ye.

Çareseriya bingehîn bicîkirina temamî ya destûrê ye, bi taybetî bicîkirina Madeya 140î, avakirina Encumena Federal a Iraqê û ji nû ve pêkhanîna Dadgeha Bilind a Federal li ser bingeha destûrê ku hemû pêkhateyan temsîl bike.

Encumena Wezîran piştgiriya xwe ji bo azadiya bîr û ramanê diyar kir, lê tekez kir ku beramberî her kesê ku li dijî qewareya destûrî û berjewendiyên nîştimanî tevbigere û xelkê ji bo alozî û dijayetîkirina mafên gelê Kurdistanê sor bike, dê rêkarên yasayî bên girtin.

Encumena Wezîran spasiya yekrêziya gelê Kurdistanê, hêzên siyasî û nûnerên Herêmê yên di parlamentoya Iraqê de kir û daxwaza berdewamiya vê helwêsta nîştimanî kir.