Îranê bersiva gefên Trump da: Em ê dorpêçê bişkînin û bersiva her êrişekê bidin

Îranê bersiva gefên Trump da: Em ê dorpêçê bişkînin û bersiva her êrişekê bidin

PeyamaKurd - Sekretêrê Civata Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Mohsen Rezaeî, bertek nîşanî zext û gefên nû yên deryayî û leşkerî yên Washingtonê da û ragihand ku ew di şikandina dorpêçê de biryardar in.

Rezaeî diyar kir ku planên Serokê DYAê Donald Trump ên ji bo dorpêçkirina Îranê mîna stratejiyên wan ên berê yên şer ji rastiyê dûr in û tu encamê nadin; her wiha tekez kir ku gel, hêzên çekdar û saziyên dewletê yên Îranê amade ne bi hemû hêza xwe bersiva her êrişkarayiyekê bidin.

Di heman demê de ku rageşiya leşkerî ya li Tengava Hurmuzê berdewam dike, Serokê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Parlamentoya Îranê Ebrahîm Azîzî jî bal kişand ser hevkariya zêdebûyî ya di navbera Rûsya, Çîn, Koreya Bakur û Îranê de.

Azîzî da zanîn ku dema ambargo û dorpêçan bi dawî bûye û li cîhanê nizameke nû ava dibe ku tê de rola DYAyê rojane biçûktir dibe.