Nûnerê Îranê yê Neteweyên Yekbûyî: Gefên Trump danûstandinên Swîsreyê dixin metirsiyê

Nûnerê Îranê yê Neteweyên Yekbûyî: Gefên Trump danûstandinên Swîsreyê dixin metirsiyê

PeyamaKurd - Nûnerê Daîmî yê Îranê yê li Neteweyên Yekbûyî Elî Behreynî, li Cenevreyê derbarê piroseya dîplomatîk a ligel Amerîkayê û aloziyên li Lubnanê daxuyaniyên krîtîk dan.

Behreynî aşkere kir ku rûniştinên teknîkî yên duh "gelekî berhemdar" derbas bûne û ji bo rakirina dorpêçan û mijarên nuklerî di rojên pêş de dê komên xebatê werin avakirin.

 Lê belê, Behreynî hişyariyeke tund da Washingtonê û diyar kir ku gefên Serokê Amerîkayê Donald Trump pirosesa li Bürgenstockê bi giranî dixe bin metirsiyê.

Behreynî bal kişand ser hevsengiya leşkerî ya li herêmê û sînorên agirbestê:

Nûnerê Îranê tekez kir ku eger Îsraîl bibe sedema "binpêkirina peymana agirbestê û bi her awayî êrişî Hizbullahê bike", Îran dê rasterast û bi tundî bersivê bide.

Behreynî diyar kir ku guftûgoyên sereke yên li ser parastin û vekirina Tengava Hurmuzê dê di navbera Îran û Omanê de werin kirin; rûniştinên paralel jî dê ligel welatên aliyên peymanê dest pê bikin.

Xaleke din a herî bi nîqaş di navbera her du welatan de, babetê serbestberdan û karanîna sapanên darayî yên cemidandî yên Îranê ye. Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance gotibu  ku şêwirmendê Koşka Spî Jared Kushner û Qeteriyan pêşniyarek kirine daku ev pereyên Îranê tenê ji bo kirîna genim, garis lazût û soya yên Amerîkayê werin bikaranîn.

Nûnerê Îranî Elî Behreynî ev îdia û şertên Amerîkayê bi tevahî red kirin û weha got:

"Îran bi tenê welatê xwedî biryar e ku biryarê bixwe bide ka sapanên wê yên cemidandî yên serbestbûyî dê di kîjan warî de werin xerckirin.

 Ez van îdiayên DYAyê red dikim. Tu şansê welatekî din nîne ku bandorê li ser vê biryarê yan jî li ser vê pirosesyê bike."